• Friday, 06 February 2026
logo

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê rêwresma roja serbixweyiya Rusyayê birêveçû

Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê rêwresma roja serbixweyiya Rusyayê birêveçû
Bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrur Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê û hejmareke Wezîrên Kurdistanê û Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û nunerê partî û aliyên siyasî û şandî û konsolên welatên biyanî li Herêmê, rewresmeke roja Rusya, roja serbixweyiya fedaral li bajêrê Hewlêrê birêveçû.

Li vê rêwresmê da ku hejmarekî dinê pêwendîdar û kesayetiyan amade bûn, Valêrî Pospîlov Konsolê Giştî yê Rusya li Herêma Kurdistanê gotarekî pêşkêş kir û têda ji bilî spaskirina Serok Barzanî û amadebûvanên li vê rêwresmê da her wiha bi kurtî di derbarê destnîşan kirina vê rojê ji aliyê Hikûmeta Rusya ve pêşkêşî amadevanan kir. Konsolê Giştî yê Rusya li Herêma Kurdistanê ragihand ku roja 12 ê hezîrana sala 1991 yekem hilbijartina Serok Komariya Rusyaya Federal hate encamdan û li sala 1994 bi fermana Serok Komar ev roj wekî roja seranseriya Rusyaya Federal hate destnîşan kirin.

Her wiha navbihurî ragihand îro cejna serbixweyî û azadiya Rusya li welat bi awayeke fermî ji aliyê tevahiya welatiyan ve tê bîranîn û wekî roja Rusyaya Federal jî tê binavkirin.

Piştî axaftina Pospîlov, Dr Kawa Mehmud Wezîrê Rewşenbîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotara Serokayetiya Herêm û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Têda ji bilî pîrozbahî kirina li tevahiya gelên Rusya ragihand: Wekî xelkê Kurdistanê hem li berê û hem jî li niha me pêwendiyekî gelek baş û bi hêz li gel gelên Rusyayê hebûye. Ev pêwendî jî vedigere ser salên 1919 ku Barzaniyê Nemir berev Yekîtiya Sovyetê li gel hejmarekî hevalên xwe birêket.

Her wiha Dr Kawa eve jî xisterû û got: Em hewl didîn li niha û li paşarojê de van pêwendiyan zêdetir bihêztir xurttir bikîn ku bi berjewendiya her du aliyan de be. Ji ber ku ev pêwendî hindî pêwendiyekî siyasiye bi heman demî jî pêwendiyekî akademî û kulturiye. Her ji bo wê yekê îro em bi xweşhaliyê ve li rêwresma roja serbixweyiya Rusyaya Federal de beşdarîn.
Top