44 kes îro li Iraqê hatine kuştin
Li gorî nûçeya Reutersê, polîsê Iraqê û çavkaniyên li nexweşxaneyan aşkere kirin ku îro çend êrişên bi bombeyan bo ser serlêderên şîa li Bexdayê û hêzên polîs li başûrê Iraqê hatine encamdan û ji ber wan bi kêmanî 44 kes hatine kuştin.
Di êrişa li bajarê Bexdayê de ku 4 bombe bi serlêderên şîa de teqiyan, bi kêmanî 18 kes hatine kuştin.
Her wiha li bajarê Hile li başûrê Iraqê, 2 otomobîlên bomberêj li pêşiya xwaringehekê ku polîs qesta wê dikin, teqiya û di encamê de 22 kes hatine kuştin û 38 jî birîndar bûn.
Li bajarê Beled jî ku piraniya xelkê wê ji misilmanên şîamezhebin, 4 kes kes ji ber teqîna 2 otomobîlên bomberêj de hatine kuştin.
AKnews
