UNHCR: Herêma Kurdistanê hevkariya hemû netewe û olan li sertaserî Îraqê bê cudahî kiriye
Di dîdarekê de, berprisê beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqyayê li UNHCR behsa kar û xebatên xwe yên li herêma Kurdistanê û armanca serdana xwe a bo herêma Kurdistanê kir û got:
- Têkeliyên navbera komisyona bala a penaberan a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve û herêma Kurdistanê têkeliyên xurt û domdirêj in û di heman demê de ew peywendî dostane û stratejîk in.
- Di vê serdana me a bo herêma Kurdistanê, em dixwazin derbarê kar, çalakî û çewaniya cîbicîkiria bernameyê komisyona bala a penaberan digel berpris û rayedarên herêma Kurdistanê danûstandinan bikin.
- Herêma Kurdistanê di demên borî de îspat kiriye ku, ew herêmeke azad û aram e û hevkariya hemû netewe û olan li sertaserî Îraqê, bê cudahî, kiriye.
Felah Mistefa berprisê fermangeha peywendiyên derve kar û xebatên komisyona bala a penaberan yên kul i herêma Kurdistanê encam didin bilind nirxandin û li heber û wan kar û xiametan sipasiya komisyona bala a penaberan kir. Mistefa di axavtina xwe de behsa alîkarî û hevkariya komisyona bala a penebaran yên ku, di rojên tengav û nexweş de pêşkeşî gelê me kirîn, kir.
Berprisê têkeliyên derve, herwesa, behsa bername, xizmetgozariyên pêwîst û hevakriya ku wezaret û saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkeşî penaberan dikin û hevkarî û hevahengiya navbera saziyên hikûmetê û rêxistinên peywendîdar de kir.
