Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (UN) li Iraq kir
Li hevdîtinê de, guhertinên siyasiyên dawî ya Iraqê li ber ronahiya berev pêşveçûnên niha û bandora wan ya li ser pêvajoya siyasî û paşaroja welat hate nirxandin û Serok Barzanî ronahî xiste li ser hevdîtinên berdewamiyên li gel aliyên siyasiyê beşdarvanê hevdîtinên Hewlêr û Necefa Eşref bi navê derketina ji wê tengasiya siyasiya ku dûçarî Iraqê bûye, bi berev gihandina pêvajoya siyasî û karwana demokratî ji bo kenara aram û ji bo wan hêzên Iraqiyên ku dixwazin rê li dîktatoriyetê bigrin piştgîriya tevahiya xwe jî dûpatkir û balkişand li ser wê yekê ku eger ew hêz bi vê rewşa niha ya Iraqê razî bûn wê demê gelê Kurdistanê neçar dibê hêviya xwe bi hilbijardeyeke din dibe.
Ji aliyê xwe ve Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî amadehiya Neteweyên Yekgirtî ji bo yarmetîdana Iraqê bo ku ji vê pêvajoyê derbas bibê dupatkir.
