• Saturday, 07 February 2026
logo

Barzanî pîrozbahiya tîma Kurdistanê kir

Barzanî pîrozbahiya tîma Kurdistanê kir
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, pîrozbahî li tîma fûtbola Kurdistanê kir ku bibû şampiyona 5emîn şampiyoniya navdewletî ya VIVA.

Serok Barzanî, di nameya xwe pîrozbahiyê de wiha got, “Ev serkeftina tîma fûtbola Kurdistanê, serkeftineke dîrokî û mezin bo hemû Kurdistanê ye ku divê em hemû şanaziyê pê bikin û hêviya pêşketineke mezintir jê re bixawzin.”

Barzanî, diyar kir, werziş roleke girîng di bilindkirina navbangê herêmê de dibîne, ji ber wê jî em bi hemû hêza xwe piştevaniya tîmê û hemû xebatên werzişî dikin û hêvîdar in di hemû ast û warên werzişî de serkeftinên mezin bi dest ve bînin.

Tîma fûtbola Kurdistanê, şeva 9 Hezîranê, di çarçoveya şampiyoniya VIVA de li tîma Qirbrusê bir û bû şampiyon.

AKnews
Top