Barzanî pîrozbahiya tîma Kurdistanê kir
Serok Barzanî, di nameya xwe pîrozbahiyê de wiha got, “Ev serkeftina tîma fûtbola Kurdistanê, serkeftineke dîrokî û mezin bo hemû Kurdistanê ye ku divê em hemû şanaziyê pê bikin û hêviya pêşketineke mezintir jê re bixawzin.”
Barzanî, diyar kir, werziş roleke girîng di bilindkirina navbangê herêmê de dibîne, ji ber wê jî em bi hemû hêza xwe piştevaniya tîmê û hemû xebatên werzişî dikin û hêvîdar in di hemû ast û warên werzişî de serkeftinên mezin bi dest ve bînin.
Tîma fûtbola Kurdistanê, şeva 9 Hezîranê, di çarçoveya şampiyoniya VIVA de li tîma Qirbrusê bir û bû şampiyon.
AKnews
