• Friday, 06 February 2026
logo

Li Efrînê komkujî: 5 zarok û dayîka wan hatine serjêkirin

Li Efrînê komkujî: 5 zarok û dayîka wan hatine serjêkirin
Li gundê Qestelê bi ser herêma Efrînê ve 5 zarok digel dayîka wan hatine serjêkirin û jineke din jî bi giranî birîndar e.

Li gor ajansa Rojavayê Kurdistanê ya nûçeyan Mîdyanewsê, Çalakê kurd Rohilat Îbiş ku daniştiyê Efrînê ye, got, “Şeva çû bi derengiya şevê li gundê Qestelê bûyereke trajedî û dilêş rû daye, 5 zarok ligel dayîka wan di malekê de hatine serjêkirin.

Îbiş diyar kir ku li gor zanyariyên berdest jineke din jî di heman bûyerê de bi giranî birîndar e, û niha ew li nexweşxaneyê ye.

Çalakê kurd got ku zanyariyên bêtir û kitekitên bûyerê hîn berdest û diyar nebûne.

Hêjayî gotinê ye, gundê Qestelê ku bi ser şaregundê (nahiye) Bilbilê ya herêma Efrînê de ye û nêzîkî bajarokê Ezazê ye, piraniya daniştiyên gund ji kurdên êzîdî ne.

(AKnews)
Top