• Saturday, 07 February 2026
logo

DNO bîreke din ya petrolê li Kurdistanê dît

DNO bîreke din ya petrolê li Kurdistanê dît
Herêma Kurdistana Başûr kaniya bîrên petrolê ye. Her ku diçe di encama vekolînan de dîtina bîran zêde dibin.

Şirketa petrolê ya Norweçê DNO ku kar û xebatên xwe yên petrolê li Herêma Kurdistanê didomîne, ragihand ku wan bîreke din ya petrolê dîtiye. Navenda DNO daxuyaniyek da çapemeniyê û tê de ragihand ku wan ji bîra Peşkabîr ya Herêma Kurdistanê petrola ku kalîteya xwe bilinde dîtiye. Şirketê di daxuyaniya xwe de got ku ew ê li dema pêş derbarê vê xebatê de agahiyên berfireh bidin. Hêjayî gotinê ye, Şirketa petrolê ya Norweçê DNO li Herêma Kurdistanê di beşeke mezin ya petrolê de kar û xebatên xwe dike û heta niha encamên baş di vekolînên xwe de bi dest xistine.

Avestakurd
Top