Hewramî: Bexdayê benzîna Hewlêrê birrîye, a Silêmaniyê maye
Hewramî wiha axaft: ‘’Ew rêjeya petrola İraqê ku rojane ji bo pêdiviyên navxwe tê berhemanîn nêzîka 600-700 hezar bermîl e û divê ji sedî 17-ê wê bê şadin bo Kurdistanê ku nêzîka 140 hezar bermîl dike. Lê sala 2010-ê tenê nêzîka 44 hezar bermîlan hatiye şandin ku 12 hezar bermîl jî petrola reş bû."
Wezîrê Samanên Xwezayî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Piştre Wezîrê Petrolê yê İraqê bi hinceta ku rafîneriyên me hene, ew daxist 33 hezar bermîlan û îsal jî bi du qonaxan ew jî birî.’’
Aştî Hewramî behsa wê yekê kir ku niha beşa benzîn û sotemeniya Hewlêrê hatiye birrîn û got: ‘"Tenê ya Silêmaniyê nehatiye birrîn, ji ber ya ku niha tê ji sedî 20-ê wê ye ku berê dihat şandin. Niha tişta ku tê şandin 15 hezar bermîl e, lê divabû 140 hezar bermîl bûya."
Hewramî got: ‘’Ger zextên Bexdayê li ser me berdewam bin wê demê em ê petrola xav bişînin derve. Herwiha haya me ji wê yekê jî heye ku çend caran Bexdayê daxwaz ji Îranê kiriye da sînoran bigire û nehêle berhemên petrolê were Kurdistanê û here derve, mebest jî da fişareke din li ser Herêmê çêbibe. Lê belê Îran naxwaze me bike dijmin û guhê xwe bide wan daxwazan.’’
Aştî Hewramî wiha got: ‘’Niha Bexdayê pirsgirêk ji me re çêkiriye û beşa benzînê ya Herêma Kurdistanê birrîye, loma dema em li Tirkiyê bûn, gotûbêj li ser wê yekê hat kirin ku wek welatekî cîran rê ji me re vekin, ji ber tenê bi yek sînorî em nikarin pirsgirêka Kurdistanê çareser bikin. Loma rêkeftin hat kirin û Tirkiyê biryar daye hevkariya me bike, biryar e em petrola xav bi rêya Tirkiyê bişînin derve û pêdiviyên xwe ji wan welatan bînin Kurdistanê.’’
Netkurd
