Moqteda Sedr: Pirsa Standina Bawerîyê ji Malikî Taze Destpêdike
Li gor nûçeyeka Sumeriye News, Moqteda Sedr di bersiva pirseke alîgirê xwe de di bareya gotinên Malikî de ku gotibû mijara standina bawerîyê dawî pê hatîye, weha ragihandiye, ku hewlên ´´standina bawerîyê ji Malikî taze despêkir´´.
Moqteda Sedr di bersiva pirseke din de ku aya Malikî tolê li ewan kesan hildide ku îmza bo standina bawerîyê ji wî kirine û bi taybetî jî alîhirên tevgera Sedr, rêberê tevgera Sedr dibêje:´´ Malikî ew şîyan nîne ku tolê li ewan kesan hilde ku îmza li dijî wî kirine.´´
