Daxwaza xweragirtinê li hember bûyerên Efrînê
Li gor ajansa Rojavayê Kurdistanê ya nûçeyan Mîdyanewsê, Ehmed Silêman serokê berê yê Encûmena Niştimaniya Kurdî daxuyand ku weha baştir e ev mijar ji her du aliyan ve dûrî ragihandinê be, ji ber ku her yek ji PYD û partiya Azadî di rêya daxuyaniyên xwe hevdu tawanbar kirin.
Silêman herwiha got, "Encûmena Kurdî helwestek tund nestandiye ji ber ku ev rûdan pêwîstî bi hêminiyê heye" xuya jî kir, "Mijar pêwîstî bi reftarê praktîkî heye û bilez dorpêçkirina encamên wê"
Silêman hêvî xwest ku xweragirtin hebe bo rawestandina vê kêşeyê li herêmê, hevdem daxwaz ji herdu aliyan kir agahdarî wan aliyan bin ku dixwazin rêkeftina lêktêgihiştinê têk bidin.
Ji aliyekî din ve Şêrzad Yêzîdî peyvdarê bi navê Encûmena Gel li Rojavayê Kurdistanê ser bi PYDê ve di daxuyaniyeke berê de bo ajansa (Mîdyanews) gotibû, "Ev kar di berjewendiya gelê me de nîne, ji ber ku me li dijî rejîmê serhildaneke aştiyane dûr ji tundiyê kiriye"
Yêzîdî Herwiha gotibû, "Em rijd in ku em û Encûmena Niştimaniya Kurdî ji hev têbigihin û em vê lêktêgihiştinê pêşve bibin da ku em bigihin çarçoveyeke hevpeymanî û bereyeke berfireh".
Ji aliyê xwe, Mehmûd Erebo nûnerê partiya Azadî li Herêma Kurdistanê nexwest çi daxuyaniya bide û got, "Baştir e hevalê di hundir welat de biryarê li ser vê mijarê bidin û em naxwazin barê wan ji vê zêdetir giran bikin ji ber ku rewş gelek aloz e".
Her di vê barê de Ehmed Qasim serkirdeyê di tevgera Çaksaziyê de li Herêma Kurdistanê bo ajansa (Mîdyanewsê) got, "Ev cihê daxê ye û dê rengvedanên wê nerênî li ser xebata yekxistina helwêsta Kurdî hebin û herwiha ev gefê li aştiya di nav Kurdan de dixwe"
Her çende rêkeftinek lêktêgihiştinê di navbera PYD û Encûmena Niştimaniya Kurdî hatiye morkirin, lê dîsan li vê dawiyê li Efrînê di navber her du aliyan de çend bûyerên girj rû dan.
AKnews
