Iraqiye: 10 parlamenterên din bêbaweriya bi Malikî îmze dikin
Hadî Zalmî peyvdarê Tevgera Rêkeftina Niştimanî ku yek ji pêkhateyên Lîsteya Iraqiye ye ji AKnewsê re ragihand, “10 parlamenterên din yên Iraqê navên xwe li lîsteya bêbaweriya bi Malikî zêde kirin, niha lîste di rê de bo Serokomar Celal Talebanî taku li ser 160 navên pêştir zêde bike.”
Endamê lîsteya Iraqiye nav û frakisyonên wan 10 endamên ku ji nû de navê xwe li lîsteya bêbaweriya bi Malikî zêde kirine, aşkera nekir.
Duhî, li Hewlêrê civîna aliyên siyasî yên dijberên Malikî bi dawî bû û di encamê de wan careke dî tekez li ser daxwaza kişandina baweriyê ji Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî kir.
Li vê dawiyê Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ragihandibû ku hejmara îmzeyên gihiştine ber destê wî 160 îmze û bo kişandina baweriyê pêwîstî bi 163 îmzeyên parlamenterên Iraqê heye.
AKnews
