Aliyên hevdîtina şêwirmendiya Hewlêr - Necef ê civînek sazkirin û daxuyaniyek belavkirin
Beşdarvanên civînê tekez li ser dirêjepêdana hengavên pêwîst ji bo pêkanîna armancên xwe bi pişt bestina hemû mekanîzmên destûriyan û rê xweş kirinan bixin warê pêkanînê kirin.
Li vî warî de civîn bi dax û esefê ve têbîniya wan hengav û tedbîrên nedirust kirin ku Serokê Encûmena Wezîran û tîma wî ji bo şikest pêanîna hewlên destûriyan girtine ber ku ji bo baş kirina rewşa siyasî û sînordanana takrewî û xwesepandin û guherîna rêrewên proseya siyasiya demokrasiyê didin. Hinek ji wan jî li rêya tevgerandin û handanê ve hewlên veguhestina wê gengeşeya nav kolanan û ji bo berengarbûna wan hewlan jî civînê de tekez li ser dirêjepêdana pêvajoya komkirina hêzên Parlemeniyan li çarçêweya yasayiyan de ji bo rûbirûbûna diyardeya xwesepandin û takrewiya li birêvebirina Hikûmetê de kirin. Heman demî de lêpirsînê li wan binpêkirinên ku têne kirin û li gel endamên Encûmena Nûneran û mafê karkirina wan li gor dîtin û nêrînên wan de kirin û wan zext û zoriyên li hemberî wan hatine bikaranîn şermezar kirin.
Li vê civînê de biryarê dan peyamekî rûnkirinê pêşkêşî Serok Komar bikin û têda tekez li ser dirustiya îmzayên endamên Encûmena Nûneran û heman demî de hejmara pêwîsta destûrê ya ji bo bawerî wergirtinê bikin.
Civînê de careke din tekez li ser wê yekê kirin ku divê her cîgirek ku ji bo Serokayetiya Encûmena Wezîran bê berbijêr kirin li Hevpeymaniya Nîştimanî da bê.
