• Saturday, 07 February 2026
logo

Artêşa Tirkiya navçeyên Dêrelûkê topbaran kirin

Artêşa Tirkiya navçeyên Dêrelûkê topbaran kirin
Çavkaniyekê ji nahiyeya Dêrelûkê ya bi ser parêzgeha Duhokê ve ragihand ku îro sibehê artêşa Tirkiya navçeyên bi ser Dêrelûkê ve topbaran kirin.

Rojnamevanê xelkê Dêrelûkê Mehmûd Nihêlî daxuyand ku îro saat 5:00 (bi dema herêmê), gundên Reşave, Ziliyê, Sîrî û Pişta Hîtîtê ji hêla artêşa Tirkiya ve hatine topbarankirin.

Nihêlî xuya kir ku topbaran 2 saatan domand û heta niha nediyar e ka zirar li pey xwe hiştine, lê ew gund valane û ti kes tê de namîne.

AKnews
Top