Artêşa Tirkiya navçeyên Dêrelûkê topbaran kirin
Rojnamevanê xelkê Dêrelûkê Mehmûd Nihêlî daxuyand ku îro saat 5:00 (bi dema herêmê), gundên Reşave, Ziliyê, Sîrî û Pişta Hîtîtê ji hêla artêşa Tirkiya ve hatine topbarankirin.
Nihêlî xuya kir ku topbaran 2 saatan domand û heta niha nediyar e ka zirar li pey xwe hiştine, lê ew gund valane û ti kes tê de namîne.
AKnews
