• Friday, 06 February 2026
logo

Talebanî îmze vegerandine Serokatiya Herêmê

Talebanî îmze vegerandine Serokatiya Herêmê
Serokatiya Komara Iraqê aşkere kir ku Serokomar Celal Talebanî îmzayên ku ji bo vekişandina baweriyê ji Serokwezîr Nûrî Malikî hatine komkirin, bo Serokatiya Herêma Kurdistanê vegerand.

Ofîsa Serokatiya Komar di daxuyaniyekê de ragihand ku komîteya taybet bi zanîna drustiya îmzayên 160 parlamenterên Lîsteya Iraqiye, Hevpeymaniya Kurdistanê û Baska Sedir ku piştre lîsteke çend parlamenterên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî tevlî wan bûn, karên xwe qedand.

Daxuyaniyê amaje kir ku piştre 11 parlamenterên ku berê îmza kiribûn ji ofîsa Serokomarê re gotin ku wan îmzayên xwe vekişandine û her wiha 2 parlamenter jî îmzayên rawestandin.

Ofîsê xuya kir ku jiber rêjeya yasayî ya îmzayên parlamenteran netemam e, Talebanî wan îmzayan bo Parlamentoyê bilind nake û dê li ba Serokatiya Herêmê bimînin.

Serokatiya Komar her wiha daxwaza sazkirina kongra niştimanî kir di herdu haletên vekişandin an nevekişandina baweriyê ji Malikî de.

AKnews
Top