Serokê Herêma Kurdistanê serxweşiyê li Bedel Reşîd Maronsî kir
Birayê birêz Kak Bedel Reşîd Maronsî
Silavên xwedê li we bin
Bi mixabinî me nûçeya koça dawiya xwedê jêrazî xêzana we ya rêzdar bihîst.
Bi vê xemgîniyê serxweşî û hevxemiya xwe bi cenabê we û malbata we ya rêzdar radigihînim.
Ji xwedayê mezin hêvîdarim ku xêzana we ya koçkirî bi bihûşta xwe ya fireh şad bike û sebir û aramiyê jî bi we bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.06.2012
