Nunerekî Kurd: Kurd u Lîsta Eliraqîye Bihêvî Nînin Postê Serokê Wezîran Werbigirin
Di evê bareyê de, endamê encûmena nûnerên Iraqê Se`îd Xoşnaw ê ku ser bi hevpeymanîya Kurdistanî ve ye ji PNA re ragihand, ku wergirtina baweriyê tiştrkî hêsan nîne, belê heger hevpeymanîya Niştimanî arîşeyan çareser bike u rêkevtinnameyan bicih bike, ti arîşeyek namîne.
Se`îd Xoşnaw weha jî da zanîn, ku di dema wergirtina baweriyê de ji Malikî, dê daxwaz ji hevpeymanîya niştimanî bihê kirin ku kesekî din ji bo postê serokê wezîran destnîşan bike.
Se`îd Xoşnaw weha jî da xuyakirin, ku heger rêkevtin bihê kirin, hemû alîyan xalên xwe hene u heger bi cih bibin, ti arîşeyek namîne.
Se`îd Xoşnaw aşkira kir, ku Kurd u lîsta Eliraqîye bihêvî nînin ku postê serokê wezîran werbigirin.
