Şaredarê Wanê Bekir Kaya hat girtin
Piştî ku karûbarên Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Seroka BDP'ya Wanê Mîhrîban Şah, Serokê BDP'a Wanê yê berê û parêzerê buroya Sedsalê Cuneyt Caniş, Şaredarê Elbakê Hecer Saruhan, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û Şaredarê Elbakê yê berê Îhsan Guler ên li dozgeriyê, veguhesitn dadgehê.
Şaredar û rêveberên BDP’yî bi boneya protestokirina binçavkirin û pêkanînên ne hiqûqî yên li hemberî wan, li dozgeriyê îfade nedan û hemû pirsên dozgeryê bê bersiv hiştin. Lê dîsa jî dozgeriyê her tim pirs pirsî.
Di demjimêrên danê êvarê de, Şaredarê Elbakê Hecer Saruhan piştî îfadeya wî hat girtin serbest hat berdan. Lê tevî şaredar Bekîr Kaya 5 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezaya Giran a Wanê ya nobedar kirin.
Îfadegirtina Şaredar Bekir Kaya, Mihrîban Şah, Cuneyt Caniş, Nezahat Erguneş û Îhsan Guler demjimêr di 02.00 dest pê kir û heta 04.00 qediya.
Dadger piştî navberek kurt bi hinceta “rêveberên KCK’ê ne” biryara girtina Bekîr Kaya, Cuneyt Caniş û Îhsan Guler da. Mihrîban Şah û Nezahat Erguneş jî ji bo bi awayeke negirtî bên darizandin, serbest hatin berdan.
Rudaw
