• Saturday, 07 February 2026
logo

Seyda bû serokê ENSê

Seyda bû serokê ENSê
Duh Encûmena Nîştîmanî ya Sûriyê (ENS) li Stenbolê civiya û Ebdulbasit Seyda wekî serokê xwe yê nû hilbijart. Seyda di daxuyaniyekê de ji BBC Erebî re got: “Ger diyalogek ligel rejîmê bê kirin, wê li ser çûna wê be.”

Piştî ku serokê ENSê yê berê Bûrhan Xelyûn ji serokatiyê îstifa kir, duh ENS li Stenbolê civiya û serokekî nû hilbijart. Tê çaverêkirin ku biryara derbarê hilbijartina Seyda de îro bê ragihandin.

Serokê nû yê ENSê Ebdulbasit Seyda di daxuyaniyekê de ji BBC Erebî re got: “Berî her tiştî tişta ji min tê xwestin ew e ku ez nava ENSê sererast bikim û hinek reform di nav de bên kirine.”

Seyda di berdewama axaftina xwe de got: “Di qonaxa pêş de emê hewl bidin ku bi hemû opozisyona Sûriyê re bikevin nava hewldanan û ji bo em li ser Sûriyeya nû bigihin dîtinekî hevbeş. Emê hewl bidin ku hêzên din ên opozisyonê yên li derveyî ENSê beşdarî me bibin.”

Seyda derbarê hevdîtinên ligel rejîma Sûriyê de jî got: “Piştî tawanên rojane ji aliyê rejîmê ve li dijî gelê Sûriyê tê kirin, diyalog nayê kirin. Ger diyalog navbera me û rejîmê de bên kirin, wê tenê li ser çûna rejîmê be.”

Ebdulbasit Seyda di dawiya axaftinên xwe de got: “ENS wê li ser hemû astan bikeve nava hewldanan û ji bo bihêle civaka navneteweyî biryarekê bide ku li Sûriyê şiddetê rawestîne.”

Ebdulbasit Seyda li sala 1956an li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye û ji sala 1994an ve li Swêde dijî.

Rudaw
Top