• Saturday, 07 February 2026
logo

Tîma Kurdistanê bû şampiyonê VIVAyê

Tîma Kurdistanê bû şampiyonê VIVAyê
Tîma Kurdistanê cara yekemîn piştî serkeftina 2-1 a li beramberî Tîma Qibris a Tirkiyê karî bibe şampiyonê VIVAyê.

duh (09.06.12) leyîstoka dawî VIVA ya ji bo neteweyên bê dewlet, li yarîgeha Franso Herîrî birêveçû û tîma Kurdistanê cara yekemîn karî wî nasnavî bi dest bêne.

Di despêka leyîstokê û di deqiqeya 10. de lîstokvanê tîma Hewlêr û Kurdistanê, gola yekemîn bi lêdana penaltiyê avêt. Lîstokên şampiyona kupaya cîhanî ya VIVA bi beşdariya 9 tîman li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê hat saz kirin.

Herwiha di beşa yekemîn a leyîstokê de êrişberê tîma Kurdistanê Herdî Siyamend gola duyemîn di deqîqeya 23. de avêt. Di deqîqeyên dawiyê yên beşa yekemîn de parêzvanê tîma Kurdistanê Şêrzad Hesen bi şaşî golek di qeleya xwe re avêt.

Encama leyîstîkê Kurdistan 2 û Qibris 1 bi dawî hat û Kurdistan cara yekemîn bû şampiyon. Kurdistan sê caran beşdar bûye, du caran pileya duyemîntiyê û cara sêyemîn jî pileya yekemîntiyê bi dest anî.

Rudaw
Top