• Saturday, 07 February 2026
logo

Atalay: Stendina çekan ji PKK di rojeva me de ye

Atalay: Stendina çekan ji PKK di rojeva me de ye
Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê, Beşîr Atalay, diyar kir, di hevdîtinên digel rêvebiriya Herêma Kurdistanê de, stendina çekan ji PKK di rojevê de ye. Atalay, li bara zimanê kurdî de jî wiha axivî, “Serokwezîr Erdogan dê di demek nêzîk de li bara perwerdeya zimanê dayikê daxuyaniyekê bide.” BDP jî gotinên Atalay “pûç û vala” dibîne.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê, Beşîr Atalay, duh di hevpeyvînekê de digel televîzyona CNN Turk a Tirkiyê, li bara çareseriya pirsa kurdî, şerê li dijî PKK daxuyaniyên girîng da.

Beşîr Atalay, li bara perwerdeya zimanê kurdî de got, pewerdeya zimanê dayikê dê pê bê, jixwe niha xebatên me bi awayekî xurt tên meşandin. Di warên demokratîkbûn û mafên mirov de xebatên me yên nû hene û dê wek paketên 3 û 4 bên ragihandin.

Atalay, da zanîn, di demek nêzîk de dê daxuyaniyên nû û gavên berbaç ji aliyê serokwezîr ve bê aşkerekirin.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê, li bara şerê li dijî PKK de jî tiştên girîng got û diyar kir, Tirkiye bi Herêma Kurdistanê re hevdîtinê dike û helbet Amerîka jî di nav de ye û ev hevdîtin gelekî pêşve çûne û dibe ku çekên PKK jî bên stendin.

Ji aliyekî din, cîgirê serokê fraksyona BDP li parlamentoya Tirkiyê, Hesîb Kaplan, ji DÎHA re ragihand, gotin û daxuyaniyên Beşîr Atalay, xwe naspêre tu bingehek rijd, ji ber wê jî pûç û vala ne.

AKnews
Top