• Friday, 06 February 2026
logo

Nûcêfî: Artêşa Iraqê ji bo kesek û partiyekê nehatiye damezirandin

Nûcêfî: Artêşa Iraqê ji bo kesek û partiyekê nehatiye damezirandin
Serokê parlamentoya Iraqê Usame Nûcêfî ragihand ku artêşa Iraqê ji bo kesek û partiyekê nehatiye damezirandin.

Îro piştî nîvro fraksyona el-Iraqiye bi beşdarî serkirdeyên fraksyonê Eyyad Ellawî, Usame Nûcêfî û Salih Mutleg li Mûsilê civiya. Armanca civînê jî nirxandina bawerî wergirtina ji serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî bû.

Serokê parlamentoya Iraqê Usame Nucêfî di civînê de got: “Destên derve ji bo nakokî xistina navbera gelên Iraqê de heye.”

Hevdem Usame Nûcêfî yek ji serkirdeyên el-İraqiye û got: “Armanca projeya nîştîmanî çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan a bêyî destlêwerdana derve ye.”

Serokê parlamentoyê Usame Nûcêfê wekî balkêşanek ji bo Malikî û partiya De’aa got: “Soza artêşa Iraqê ji bo kesek û hizbekê heye.” Herwiha Nûcêfî ev pirs pirsî, me çima artêşa Iraqê damezirand, gelo ji bo girêdayî kesek û partiyekê be yan jî ji bo parastina gelê Iraq û sozên wê bo nîştîman be?

Rudaw
Top