• Saturday, 07 February 2026
logo

Li Colemêrgê şer: 1 leşkerê Tirk hatiye kuştin

Li Colemêrgê şer: 1 leşkerê Tirk hatiye kuştin
Duh 8/6/2012`an, danê sibê li parêzgeha Colemêrgê li navçeya Geverê li bejahiya Esendereyê , artêşa Tirkiyê operasyoneke berfereh encam dane û rastî xefika gerîlayan hatine û bûye şer.

Li gor nûçeyeke Haber Turkê ragehandiye ku di şerê di navbera hêzên artêşa Tirk û hêzên PKK de û li gor encamên destpêkê, 1 leşkerê Tirk hatiye kuştin.

Her weha parêzerê Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandiye ku li navçeyên di navbera Gever – Esendere de operasyon hatiye encam dan û şer di navbera hêzên ewlekariyê û hêzên PKK`ê derketiye û 1 leşker û 1 gerîla hatine kuştin.

ji aliyekî din ve heya niha Hêzên Parastina Gel ya ser bi PKK`ê encama vî şerî diyar nekiriye.

PUKmedia
Top