Kerkûk: Çend boriyên neftê hatin teqandin
Jêderekê ji polîsê Kerkûkê bo malpera Xendan ragihand ku, vê sibê çend kesên nenas 5 bombe bi boriyên neftê yê devera Dobiz ve teqandin.
Her weha ron kir ku, bi sedema teqînan agirekî geş bi boriyên neftê ketiye ku bûye sedema ragirtina neftê.
Heya niha tu aliyekî berpirsyartiya xwe derbarê wan teqînan de aşkere ne kiriye.
Xendan
