• Saturday, 07 February 2026
logo

Ehmed Silêman: Komîteyên Gel ji bo parstina kolanên Kurdî ye

Ehmed Silêman: Komîteyên Gel ji bo parstina kolanên Kurdî ye
Li gor malpera Haber 24 belav kiriye ku, serokê Civata Nîştimanî yê Kurdê Sûriye derbarê bûyerên dawîn li herêma Efrînê Rû dane ragihand ku, komîteyên gel ji bo parastina kolanên Kurdî ye û arîşeya li gundê Basote û Sînka ya ser bi herêma Efrîn ya Rojavayê Kurdistanê rû dane, dê li gor peymana di navbera ENKS û Civata Gel de bênE çareserkirin.

Silêman diyar kir ku, arîşe bi karvedan û tundûtîjiyan nayê çareserkirin, pêwîste bi rêya komîteyên hevbeş yên ENKS û Civata Gel bên çareserkirin û rêza Kurdî jî bê parastin.

Ji aliyekî din ve Etof Ebdo aşkere kir ku ew herdem digel ENKS`ê di nava peywendiyan de ne û ew arîşe di demek nêz de dê bên çareserkirin.

Etof têkest kir ku, ew kesên hatibûn girtin ji bilî du kesên ku guman li ser wan hene, tev hatine serbestberdan.

Etof weha berdewam kir, deriyê Efrînê vekiriye ewê ku, dixwaze misoger bike dikare were lêkolînan bike.

Xendan
Top