Aliyên opozisyona Herêma Kurdistanê îro dê bicivine
Endamê mekteba siyasî yê Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê Ebo Bekir Elî ji bo malpera Xendan ragihand ku, îro êvarê her sê aliyên opozisyon yên Herêma Kuridistanê bi mebesta aşkerekirina helwestên xwe derbarê paşdaxistina Hilbijartina Civata Parêzgehan dê bicivin.
Her weha ron kir ku, civîna îro li bargeha mekteba siyasî ya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê dê birêve biçe, ku berdewamiya civîna roja Çarşema borî ye ku ji bo heman armancê hatibû lidarxistin.
Ebo Bekir Elî got: Li gor me Hikûmeta Herêmê hilbijartin paşdaxistiye, her çende ku bi behaneya komisyona sererastkirina yasayê civata parêzgehan bû, lê eger îradeyek siyasî hebe di heyama yek hefteyê de dê bê çalakkirin.
Roja Dûşema borî (4 Hozêranê) serokê desteya hilbijartinên Herêma Kurdistanê Elî Qadir bo malpera Xendan ragihandibû ku Hikûmeta Herêmê razîbûna xwe li ser paşdaxistina hilbijartinan nîşan daye.
Sala borî Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 10 Îlon ya îsal bo encamdana hilbijartinên Civata Parêzgehan diyar kiribû, lê di heyva Gula ya borî de çend caran berpirsên komisyona hilbijartinên Êraqê ragihandin ku ew nikarin di dema diyarkirî de hilbijartinan encam bidin.
Xendan
