Qasim Muhemmed: Pirsa Wergirtina Baweriyê Ji Malikî Hatiye Yekalîkirin
Di evê bareyê de, endamê encûmena nûnerên Iraqê Qasim Muhemmed ê ku ser bi hevpeymanîya Kurdistanî ve ye ji PNA re ragihand, ku niha hemû çavdêrên siyasî behsa qonaxa piştî Malikî dikin, wekî çewanîya pêkanîna hukumetê u ew kes ewê ku dibe serokê wezîrên Iraqê.
Qasim Muhemmed weha jî da zanîn, ku bi baweriya min wergirtina baweriyê ji Malikî hatiye yekalîkirin u tenê çend rojek mane.
Qasim Muhemmed weha jî da xuyakirin, ku dê di çend rojên bihên de guft û go li ser çewanîya rêvebirina dewletê bihê kirin, ji bo ku carek din krîzên wekî niha çênebin.
