• Saturday, 07 February 2026
logo

Amed: PKK`ê 1 jê leşker 3 kes binçavkirine

Amed: PKK`ê 1 jê leşker 3 kes binçavkirine
Duh 6-7/6/2012`an, danê şevê, li Amedê li nêzîk navçeya Lîcê`yê gerîlayên PKK`ê rêya di navbera Amed – Çewlîkê birîbûn û 3 kes ku di nav de leşkerekî Tirk jî hebû binçav kirin.

Li gor nûçeyên malperên Tirkî ragehandine ku di demjimêr 21:30 xulek, li deşta Fîsê li ser rêya Amed – Çewlîkê gerîlayên PKK`ê rê birîne û nêzî 30 otombêlan sekinandine û kontrolkirine û dûv re propegandeya rêxistinê kirine û her weha nasname jî kontrolkirine û piştre jî 3 kes ji wan girtine ku leşkerek jî di nav de ye û bi xwere birine.

Her weha hate zanîn ku piştî wê çalakiyê hêzên ewlekariyê yên artêşa Tirk li navçeyê dest bi operasyonan kirine.

Xendan
Top