Şandeke YNK`ê û PDK`ê dicin Êranê
Hate zanîn ku armanca vê seredanê, ku ji hejmarek endamên mekteba siyasiya her du partiyan pêk tê, ewe ye ku helwesta xwe li barê standina baeriyê ji Malikî aşkira bikin ku pêştir Êran yek ji wan aliyên ku piştevaniya Malikî bo wergirtina posta serokwezîriyê kiribû.
Li gor gotina endamekî koma Êraqiyê ya bi serokayetiya Eyad Elawî, mesela girtina baweriyê ji Malikî bi dawî bûye tenê ew maye ku Serokkomar Celal Talebanî, ji bo standina baweriyê ji Malikî daxwaznameyekê arasteyî encumena nûneran bike.
Li gor zanyariyên 170 parlemanteran îmze xwe li ser daxwaza standina baweriyê ji Malikî kirine û ew îmze radestî Serokkomar hatiye kirin.
Nûsîngeha Serokkomariyê jî duh bi beyannamekê ragehand ku, rêzdar Serokkomar nameyek amade kiriye û wê arasteyî serokê encumena nûneran Usame Nucêfî bike.
Xendan
