Komkujiyeke nû li Sûriyê: 78 kes hatine kuştin
Çalakên şoreşa Sûriyê aşkera kirin ku duhî artêşa rejîmê û alîgirên Beşar el-Esed li gundê Qibêr rojavayê bajarê Hemayê komkujiyeke nû kirine û tê de 78 hatiye kuştin, nîvê wan jin û zarok in
Çalakên Şoreşa Sûriyeyê diyar kirin ku bi dehan birîndar hene û ji ber berdewamiya topbaranê xelk bajêr cih û warê xwe bi cih dihêle, lê dîsa jî ji destê hêzên rejîma Sûriyê xilas nabin.
Ev komkujiya sêyem e di heyama hatina çavdêr navdewletî bo Sûriyê de, piştî komkujiya Holê.
Beriya 2 hefteyan, li şaregunda Holê yê bi ser bajarê Humsê ve çekdarên alîgirên rejîma el-Esed û artêşa rejîma Sûrî komkujiyek kirin û di encamê de bêtirî 116 kesî ji jin û mêr û zarokan bi şêweyekî hovane hatine kuştin ku di nav de 49 zarok û 7 jin in.
15 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
