• Saturday, 07 February 2026
logo

Komkujiyeke nû li Sûriyê: 78 kes hatine kuştin

Komkujiyeke nû li Sûriyê: 78 kes hatine kuştin
Çalakên şoreşa Sûriyê ragihandin ku duhî, li gundekî parêzgeha Hemayê naverasta Sûriyê bi kêmanî ve 78 kes di komkujiyekê de piştî topbarana bi ser bajêr de hatine kuştin.

Çalakên şoreşa Sûriyê aşkera kirin ku duhî artêşa rejîmê û alîgirên Beşar el-Esed li gundê Qibêr rojavayê bajarê Hemayê komkujiyeke nû kirine û tê de 78 hatiye kuştin, nîvê wan jin û zarok in

Çalakên Şoreşa Sûriyeyê diyar kirin ku bi dehan birîndar hene û ji ber berdewamiya topbaranê xelk bajêr cih û warê xwe bi cih dihêle, lê dîsa jî ji destê hêzên rejîma Sûriyê xilas nabin.

Ev komkujiya sêyem e di heyama hatina çavdêr navdewletî bo Sûriyê de, piştî komkujiya Holê.

Beriya 2 hefteyan, li şaregunda Holê yê bi ser bajarê Humsê ve çekdarên alîgirên rejîma el-Esed û artêşa rejîma Sûrî komkujiyek kirin û di encamê de bêtirî 116 kesî ji jin û mêr û zarokan bi şêweyekî hovane hatine kuştin ku di nav de 49 zarok û 7 jin in.

15 meh derbaz bûn li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 11 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.

AKnews
Top