• Saturday, 07 February 2026
logo

Du partiyên kurd li Efrînê rabûn hev

Du partiyên kurd li Efrînê rabûn hev
Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) îro Partiya Azadî li Sûriyê ji bo dijatiya kurdan û bertengkirina destkeftan bi wergirtina dolaran ji Tirkiyê tawanbar kir.

Partiya Azadî jî Komîteyên Parastina Gel yên PYDê bi girtina komek welatiyên kurd li herêma Efrînê û di nav wan de endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd tawanbar kir.

PYD di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya elektronî belav kiribû dibêje, “Herêma Efrînê ji bo cîbicîkirina xweseriya demokratîk di hemû warên jiyanê de kar dike, û ji ber rewşa ewlehiyê ya xirab Komîteyên Gel li piraniya gund û taxên herêmê sîstema parastina xweser pêşve birin.”

Li gor PYDê, “Vê yekê dilê hin aliyên bi dewleta tirk re nexweş kir, lewma li vê dawiyê çend êriş bi ser berbest (haciz) û dezgehên parastina xweser de hatin.”

Daxuyaniya PYDê dibêje, “Ew êriş bi şêweyekî sîstematîk û plankirî ji aliyê dijminê serekî yê gelê kurd, dewleta Tirkiyê ve bi rêya komek pêre hevkar bo dijatiya kurdan û bertengkirina destkeftan dolaran werdigire.”

Daxuyaniya PYDê partiya azadî tawanbar dike bi êriş û têkdana destkeftên gelê kurd, weku êrişa bi ser Navend Jinan li Efrînê û bi ser berbesta gundê Basûtê û her dawî bi ser berbesta gundê Sînka.

Herwiha daxuyaniya PYDê dibêje partiya azadî bi serokatiya Mistefa Cuma bi hêzên derve re ji bo berjewendiyên xwe kar dikin û bi rênmayên Selah Bedredîn ku “di hembêza dewleta Tirk de dimîne”.

PYDê ya bi serokatiya Salih Mislim ku di sala 2003ê de hatiye damezrandin, weku baskê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Sûriyê tê dîtin.

Partiya Azadî jî di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê gihişte Mîdyanewsê dibêje, “Piştî civîna Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) roja sêşema borî li gundê Sînka, ew gund û pêre Xerabê Şera şeveke tirsnak derbaz kir.”

Daxuyanî diyar dike “Komeke çekdar ji Komîteyên Gel yên PYDê bi ser her du gundan de girtin û çendîn welatî ji malên wan berev cihekî nediyar birin.”

Partiya Azadî navên ku li ba Komîteyên gil girtî wiha aşkera kir, “Dîbo Ebdo, Îmamê gundê Sînka û kurê wî Têkoşîn, Beşîr Çawîş, Hisên Çawîş, CÎger Çawîş, Zerdeşt Reşîd, Ebdirehman Hesen (endamê ENKSê), Îbrahîm Mihemed, Merwan Elî Sorik.”

Li gor partiya azadî ew senaryo roja yekşema borî li gundê Basûtê jî çê bû û ta niha endamê ENKSê Ehmed Xelîl girtî ye.

Cara yekem e li Herêmên kurdan li Sûriyê du alî rûbirûyê hev dibin, ku heta niha kurd li gor taybetmendiya xwe di şoreşa Sûriyê de beşdar bûye.

AKnews
Top