Lieberman: Emê ji Tirkiyê lêborînê nexwazin
Lieberman derbarê mijarê de Dewletên yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîşan da û bibîrxist ku DYA ji ber operasyonên xwe yên li Pakîstanê lêborîn naxwaze.
Avigdor Lieberman bibîrxist ku di Sermaweza sala par de Amerîka li Pakîstanê 25 leşkerên Pakîstanê bi şaşî kuştiye.
Lieberman diyar kir ligel ku Pakîstan xwestiye jî, Amerîka red kiriye û ji rêveberiya Pakîstanê lêborîn nexwestiye. Lieberman got ewê jî bi tu awayî ji ber meseleya Mavî Marmarayê doza lêborînê ji rêveberiya Enqereyê nekin.
‘Wê kesek hurmetê nîşanî me nede’
Lieberman her wiha diyar kir ku divê Îsraîl vê helwesta xwe ji Amerîkayê re jî bibêje. Wezîrê Îsraîlî wiha got: “Gava dostên we yên herî baş jî, zexta lêborînê li we bikin hûn neçar dimînin ku ji wan re bibêjin ‘na!’ An na wê kesek hûrmetê nîşanî we nede.
Netkurd
