• Saturday, 07 February 2026
logo

Eşîrên ereb yên Sûriyê daxwaza kongreyeke erebî-kurdî ji Barzanî dikin

Eşîrên ereb yên Sûriyê daxwaza kongreyeke erebî-kurdî ji Barzanî dikin
Encûmena Eşîrên Ereb li Sûriye got ew dê daxwazê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bikin kongreyeke Erebî-kurdî hembêz bike bo gihiştina wan bi dijberên kurd re.

Têz zanîn ku hêz û partiyên kurd xwe ji nav pêkhateyên dijbereya (opozisyona) Sûriyê vekişandin piştî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di cotmeha 2011ê de, hate damezrandin.

Mafên kurdan li Sûriyê ku bloka kurd daxwaza wê dike bi danpêdana destûrî û mafê çarenûsê, heta niha ji aliyên dijbereya Sûrî ve nehatine pejrandin bi tevî hewldanên berdewam bo dariştina bername û formeke hevbeş bo Sûriyeya pêşerojê.

Li gor ajansa Rojavayê Kurdistanê ya nûçeyan Mîdyanewsê, Serokê Encûmena Eşîrên Ereb li Sûriye Salim Ebdilezîz el-Muslit got ew ê “gotarekê bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bişînin û tê de daxwaz bikin şandeyek ji meclîsa wan serdana Herêma Kurdistanê bike.”

El-Muslit got, “Em ê bi Barzanî re rewşa navçeyê nîqaş bikin û jê daxwaz bikin ku Herêma Kurdistanê Kongreyeke kurdîereb- hembêz bike û tê de Encûmena Eşîrên Ereb li Sûriye û ENKSê digel dijberên kurd ên Sûriyê bigihin hev.”

El-Muslit tekez kir ku ew dixwazin bi rêya vê kongreyê ji ser erdê Kurdistanê peyama “biratî, yekîtî û hezkirinê” ragihînin û got:

“Em bi mafê birayên xwe yên kurd re ne bi vegerandina erdên wan, zemanê zordariyê çû û venagere û her kes dê vegere warê xwe.”

Kurd rejîma desthilatdar a Sûriyê bi zepkirina erdên wan ê çandiniyê tawanbar dikin û dayîna wan bo ereban ku ew yek di nav siyaseta erebkirinê de bi navê “çembera erebî” de li herêmên kurdan hate cîbicîkirin.

AKnews
Top