Çend endamên Iraqiye daxwaza vekişandina baweriyê îmza nekirine
Serkirdeyê di Iraqiye de Telal Zûbaî ji AKnewsê re daxuyand, “Parlamenterên Iraqiye ku li ser wê daxwazê îmza nekirine gelek kêm in û dê çend tedbîr derheqê wan bêne standin.”
Zûbaî got jî, “Parlamenterên ku îmza nekirine alîgiriya projeya gendeliyê û leşkerkirina bajaran dikin, lewra helwesta Iraqiye derbarê wan dê hebe.”
Çend parlamenterên Lîsteya Iraqiye yên erebên Kerkûkê û çend parlamenterên li parêzgehên Diyale û Selahedîn li ser daxwaza vekişandina baweriyê ji Malikî îmze nekirin.
AKnews
