• Saturday, 07 February 2026
logo

44 kes duhî li Sûriya hatine kuştin

44 kes duhî li Sûriya hatine kuştin
Tundiya li Sûriya berdewam e û duhî 44 kes li çend navçeyên wî welatî bi guleyên hêzên rejîmê hatine kuştin û îro jî çend navçeyên li Hims, derdora Şamê û li Dêrezorê hatine topbarankirin.

Tora Sûriya ya Mafên Mirov di vê derbarê de aşkere kir ku piraniya kuştiyên duhî li parêzgehên Laziqiye, Idlib, Hims û navçeyên derdora Şamê bûn.

Çalakvanên Sûriya ronî kirin ku li navçeya Laziqiye, Hema, Idlib û Helebê erdên çandiniyê ji bal artêşa rejîmê ve hatine şewitandin.

Li gorî Komîteyên Hevahengiya Navxwe, ji îro sibehê ve, taxên Xaldiye û Beyade li Himsê, navçeya Mûhesen li Dêrezor, navçeyên li çiyayê kurdan li Laziqiye û navçeyên Dareya, Qabûn, Hemoriye û Dûma li derdora Şamê bi giranî tên topbarankirin.

AKnews
Top