44 kes duhî li Sûriya hatine kuştin
Tora Sûriya ya Mafên Mirov di vê derbarê de aşkere kir ku piraniya kuştiyên duhî li parêzgehên Laziqiye, Idlib, Hims û navçeyên derdora Şamê bûn.
Çalakvanên Sûriya ronî kirin ku li navçeya Laziqiye, Hema, Idlib û Helebê erdên çandiniyê ji bal artêşa rejîmê ve hatine şewitandin.
Li gorî Komîteyên Hevahengiya Navxwe, ji îro sibehê ve, taxên Xaldiye û Beyade li Himsê, navçeya Mûhesen li Dêrezor, navçeyên li çiyayê kurdan li Laziqiye û navçeyên Dareya, Qabûn, Hemoriye û Dûma li derdora Şamê bi giranî tên topbarankirin.
AKnews
