Şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê bû sedema gelek kuştî
Li gorî nûçeya BBC, piştî ku Ermenistanê duh ragihand, di encama şerê navbera eskerên wan û Azerbaycanê li devera sînorî ya Qazax de, 3 eskerên wan hatine kuştin û 6 jî birîndar bûne, hat gotin, Duh jî şer derketiye.
Li gorî nûçeyê, di encama şerê îro de jî, 5 eskerên Azerbaycanê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Wezareta parastina Azerbaycanê, li bara vê bûyerê de ragihand, îro danê sibê dema hêzên Ermenistanê dixwestin derbasî devera Qazaxê bibin, rastî bersiva eskerên azerî hatine ku di encamê de 5 eskerên azerî hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, hat gotin, di şer de her wiha hinek eskerên ermenî jî hatine kuştin lê heta niha Ermenistanê ev yek piştrast yan red nekiriye.
Şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê, dema ku hêzên ermenî, destpêka salên 90 devera Qerebaxê ya Azerbaycanê, ku piraniya xelkê wir ermenî ne, dagîr kirin, derket. Piştre bi navbeynkariya civaka navdewletî, her du aliyan sala 1994 agirbes ragihandin, lê hersal agirbest bi sedan car tê binpêkirin û ji her du aliyan bi dehan kes tê kuştin.
AKnews
