Di meha gulanê de ji gêrîlayên PKK 31 çalakî û 31 girtin
Gursel Tekîn yê CHP’ê diyar kiribû ku wendahiya artêş atirk a li hemberî HPG’ê zêde ye û piştî vê jî nîqaşan berdewam kirbû. HPG’ê jî bi daxuyaniyekê bîlançoya meha gulanê aşkera kir.
HPG’ê bi dehan carî diyar kiribû artêş tirk wendahiyên xwe vedişêre. Ligel ku mirinên leşkeran di çapemeniyê de dernayên, dem bi dem endamên kontra gerîla tên kuştin wekî gerîla tên nîşandan. Ligel van hewldanan bi nûçeyên derew wendahiya gerîlayan zêde didin xuyakirin. Mînakên vê jî di nûçeyên operasyona Hatay, Gimgim û Amedê de derketin holê.
105 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Li gorî vê di meha gulanê de artêşa tirk 31 operasyonên bejayî, 25 êrîşên tanq û topan, 11 êrîşên kobra û êrîşên hewayî pêk anî. Di navbera gerîla û leşkerên tirk de 16 pevçûn derketin. HPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Lİ hemberî êrîşen artêşa tirk gerîlayan 31 çalakî pêk anÎn. Encama 10 çalakiyan nehat hînbûn. Di encama pevçûn û çalakiyan de 105 leşker hatin kuştin. 63 birîndar bûn. Ev hejmar hatin tespîtkirin ku wendahiyên artêşa tirkin.
HELÎKOPTEREK XISTIN
Her wiha di bîlançoyê de hat gotin ku helîkoptereke tîpa skorsky hatiye xistin, yek hatiye derbkirin û durbunek hatiye îmhakirin. HPG’ê da zanîn ku gelek wesayît û maşîneyên kar; 13 wesayît, 2 greyder, kepçeyek, 2 dozer û 3 kamyon hatin îmhakirin.
31 KES HATIN GIRTIN
HPG wiha pê de çû: “Operasyonên di bin navê KCK’ê de yê ji aliyê dewletê ve tên meşandin zêde bûne. Li dijî vê HPG’ê jî di meha gulanÊ de lez da binçavkirin û girtinan. Di meha gulanê de 31 kes hatin girtin ji vana 16 heb hatin berdan.
24 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DA
HPG’ê da zanÎn k udi meha gulanê de di encama pevçûn û çalakiyên hatine lidarxistin de 24 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane.
ANF
