• Friday, 06 February 2026
logo

Li bakurê Kurdistanê şer dijwar dibe

Li bakurê Kurdistanê şer dijwar dibe
Di pevçûnên Duh (4/6/2012) de yên di navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG'ê de yek jê berpirs (Bînbaşî) 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG'ê di daxuyanekê de ragihand ku îro li demjmêj 06.30'an de li navçeya Lîceya Diyarbekirê operasyoneke mezin û berfireh bi alîkariya helîkopteran li herêmên Manîsor, Hedikê û Korexê operasyon dane destpêkirin, di encama vê operasyonê de 'di navbera leşker û gerîlayên me de li 2 cihan pevçûn qewimiye û yek jê fermandarê cendermayan bînbaşî 5 leşker hatine kuştin.' Her weha hat zanîn ku li deverê pevçûn berdewame û li gelek deverên din yên bakurê Kurdistanê pevçûnên dijwar di navbera artêşa Tirk û gerîlayên PKK'ê de hene.

Avestakurd
Top