• Saturday, 07 February 2026
logo

Spasnameya Serok Barzanî ji bo beşdarvanên rêwresma serxweşiya xwedê jêrazî xanim Xetîce Şêx Ebdulselam Barzanî

Spasnameya Serok Barzanî ji bo beşdarvanên rêwresma serxweşiya xwedê jêrazî xanim Xetîce Şêx Ebdulselam Barzanî
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo dawî hatina rêwresma serxweşiya xwedê jêrazî xanim Xetîce Şêx Ebdulselam Barzanî, bi erkê ser şanê xwe dizanîn spasiyeke germ û pêzanîn û rêzên bê payan pêşkêşî wan hemû xuşk û birayên birêz bikîn ku bi hestekî bilind û sozekî germ ve beşdarî serxweşiyê kirin çi bi amadebûna wan yan bi şandina name û biruskeyan ve, bi vê jî xem û kovana me gelek kêm kirin.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn hemû aliyek ser bixe û biparêzê û xêra wan binivîse û wan ji hemû nexweşiyek dûr bixe.

Mesûd Barzanî
Bi navê malbata Barzan
04/06/2012
Top