Hevdîtina Nêçirvan Barzanî û Tayyip Erdogan
Her diçe pewwendî û hevditên Tirkiyeyê û Kurdistanê yên li ser bingehên ticarî, aborî, siyasî û asayişa herêmê û welatên dorûber xurtir dibin û bi pêş dikevin.
Berî hefeteyekê heyeta Tirkiyeyê ya digel wezîrê enerejiyê yê Tirkiyeyê li Hewlêrê bû.
Duh jî Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ofîsa xwe ya Stenbolê pêşewazî li Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Hevditina Neçîrvan Barzanî û Recep Tayyip Erdogan nêzîk du seatan dom kir. Hevdîtin ji dezgehên ragihandinê re girtibû, piştî hevdîtinê jî herdu aliyan ti agahdarî nedan.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî dê li Stenbolê beşdarî kombûna “Foruma Aboriya ya Cihanê” jî bibe.
Kurdistantv
