Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Profesor Dr. Elî Qeredaxî kir
Li hevdîtinê de, sebaret bi pêvajo û hel û merca siyasiya Iraqê û Herêma Kurdistan û navçeyê hate guftûgokirin û her du alî yek dengî û yek helwestiya gelê Kurdistanê wekî zerûretekî dûpatkir.
Her li vê hevdîtinê de Profesor Dr. Elî Qeredaxî behsa wan projeyan kir ku Tevgera Îslamiya Kurd bi niyaze li paşarojê de li Herêma Kurdistanê cîh bi cîh bike. Serok Barzanî jî piştgîriya xwe li cîh bi cîh kirina wan projeyan de ragihand.
