• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Profesor Dr. Elî Qeredaxî kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Profesor Dr. Elî Qeredaxî kir
Duh dûşem 04/06/2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Profesor Dr. Elî Qeredaxî Serokê Tevgera Îslamiya Kurd û Emîndarê Giştî yê Yekitiya Zanayên Cîhana Îslamî û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, sebaret bi pêvajo û hel û merca siyasiya Iraqê û Herêma Kurdistan û navçeyê hate guftûgokirin û her du alî yek dengî û yek helwestiya gelê Kurdistanê wekî zerûretekî dûpatkir.

Her li vê hevdîtinê de Profesor Dr. Elî Qeredaxî behsa wan projeyan kir ku Tevgera Îslamiya Kurd bi niyaze li paşarojê de li Herêma Kurdistanê cîh bi cîh bike. Serok Barzanî jî piştgîriya xwe li cîh bi cîh kirina wan projeyan de ragihand.
Top