• Saturday, 07 February 2026
logo

Norwêj dixwaze kîmyabaran û enfalan bi jenosayd bidin nasîn

Norwêj dixwaze kîmyabaran û enfalan bi jenosayd bidin nasîn
Duhî (04.06.2012) li bajarê Hewlêrê, Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li cîgirê serokê parlamentoya Norvêjê û şandeya pê re kir.

Cîgirê serokê parlamentoya Norvêjê ku, endamê serokatiya Partiya Sosiyaldemokratên Norvêjê ye, kêfxweşiya xwe li hemeber pêşkeftin û geşbûna rewşa siyasiya û aboriya Kurdistanê nîşan da û wî, herêma Kurdistanê weke mînakek ciwan û serkeftî li Îraqê wesif kir.

Heyeta Norvêjê armanca serdan axwe ji bo herêma Kurdistanê diyar kir û got ku, ew dixwazin alîkariya hikûmeta herêma Kurdistnê ji bo ku, tawanên kîmiyabaran û enfalan li ser astê navdewletî bi jênosîda bidin naskirin, bikin. Cîgirê serokê parlamentoya Norvêjê û endamê serokatiya Partiya Sosiyademokrata Norvêjê got ku partiya wî li norvêjê ji bo nasandina tawanên derheq gelê Kurdistanê hatine kirin bi jênosîda bidin nas kirin gelek xebat û çalakî kirine.

Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ew destpêşxeriya Norvêjê bilind nirxand û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû saziyên xwe ve amadeye hevkarî û piştevaniyê li xebatên yên ji bona nasandina tawanên dijî gelê Kurdistanê hatine kirin bi tawanên komkujiyê li ser astê navdewletî bidin nas kirin, piştevaniya xebat û çalakiyên Norvêjê bike.

Ehmed got jî ku hikûmeta herêma Kurdistanê berdewam dixebite ku piştevaniya navdewletî ji bona tawanên derheq gelê Kurdistanê hatine kirin bi komkujê bên naskirin bidest bixe û ev pêngava partiya Sosiyaldemokratên Nervêjê bi alîkariyeke mezin wesif kir.
Top