• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir

Serokê Herêma Kurdistanê serdana Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir
Duh dûşem 04/06/2012 bi mebesta pîrozbahî kirina li Emîndarê nû yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana baregeha Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir û ji aliyê Mamosta Mihemed Ferec Emîndarê Giştî yê Yekgirtiyê Îslamiya Kurdistanê û hejmarek ji Endamên Mekteba Siyasî ve bi germî hate pêşwazî kirin.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî pîrozbahiya Emîndarê nû spasî helwesta nîştimanperweriya Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê kir sebaret bi meseleya bawerî wergirtina ji Serok Wezîrê Iraqa Federal û ragihand: Ev helwesta Yekgirtî cihê rêz û teqdîre. Ez bi hukma berpirsiyariyetî hizbayetiyê nakim, ez dixwazim ev mîllet bextewer bê, êdî endazyarekî yekgirtî pirek dirûst bike yan kesekî din, girîng xizmetkirina Kurdistane, nêrîna cûda tiştekî asayiye lê belê hinek tişt tehemula cûdahiyê nake. Bi vê helwesta xwe ya dawî jî we nîştimanperweriya xwe îspat kir.

Li mijareke din da Serok Barzanî ji bo rêkxistin û yekrêziya mala Kurd tekez li ser karkirina hemû aliyek kir, her wiha wekî pêwîstî hate zanîn aliyê siyasiyên Kurdistanê li vê qonaxê da bi taybetî li meseleyên neteweyiyan da hevhelwestiya xwe biparêzin.

Ji aliyê xwe ve Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê spasî wê serdana Serok Barzanî kir û bi girîngî ve tîşk xiste ser helwesta yekgirtî û ragihand: Wekî erkekî nîştimanî me bi pêwîst zanî ku li gel neteweyê xwe da bîn. Şanaziyekî mezine ji bo mîlletê me ku rola xwe ya bi bandor li Iraqê da hebê. Eve tengasiya dawî jî nabê, ji bo wê yekê her ji niha ve pêwîste bi yek helwest û bi nefeseke hevbendiyê rubirûyê tengasiyan bibîn û Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî xala hevbeşa hemû aliyên Kurdistaniyane û giraniya xwe neku her li Herêma Kurdistanê û Iraqê, belku li hemû navçeyê de heye.
Top