• Friday, 06 February 2026
logo

Hilbijartinên wîlayetên Kurdistanê di dema xwe de nayên kirin

Hilbijartinên wîlayetên Kurdistanê di dema xwe de nayên kirin
mad Ehmed cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li ofîsa xwe li avahiya serokatiya civata wezîrê hikûmeta Kurdistan, pêşwazî li Ferec Heyderî serokê komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Îraqê û şandeya pê re kir û di hevdîtinekê de behsa îmkanên encamdana hilbijartinên wîlayetln herêma Kurdistanê hat kirin.

Di hevdîtinê de, heyeta komisyona bala a serbixwe a hilbijartinan li Îraqê got ku ji ber hindek sedemên qanûnî û teknîkî hilbijartinên wîlayetên herêma Kurdistanê di dema diyarkiriî de, di 27.09.2012êde, nemimkine bê kirin û daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, ji bo amadekirina hemû pêdvîtiyên pirosesa hilbijartinan demke dirêjtir ji komisyonê re bê dayîn.

Herwesa heyeta komisyona bala a hilbijartinan daxwaz kir ku hindek bend û madeyên qanûna hilbijartinan a herêma Kurdistanê bên serast kirin û piştî parlamentoya Kurdistanê wan bend û madeyan serast dike, paşî wextek nû ji bo encamdana hilbijartinên wîlayetan bê diyar kirin.
Top