‘Behdînan jî li benda Enfalkirkiyên xwe ne’
Berpirsê navenda Enfalê Elî Bendî ji Rûdawê re got: “Li herêma Behdînan 2 hezar kes winda ne û heta niha termê wan nehatine anîne. Cihê wan hatiye dîtin û diyarkiriye.”
Ev daxwaza berpirsê navenda Enfalê yê Dihokê piştî anîna termê Enfalkiriyên Germiyan ên ku roja 29.05.2012an bi merasîmekê û bi amadebûna serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Çemçemal hatine veşartin tê.
Elî Bendî diyar kir ku nêzî 300 gorên bi kom li navçeyên navîn û başûrê Iraqê mane û heta niha nehatine kolandin. Bendî got: “Me daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistan û serkirdayetiya siyasî ya kurd kiriye ku termê Enfalkiriyên Behdînan jî wekî Enfalkiriyên Barzan û Germiyan vegerênin himbêza Herêma Kurdistanê. Ji ber heta niha jî xizmên wan li bendê ne.”
Elî Bendî neanîna termê Enfalkiriyên Behdînan ji bo xemsariya Hikûmeta Kurdistan, Iraq û lewaziya deshilata berpirsên parêzgeha Dihokê vegerand û got: “Parêzgehên Hewlêr û Silêmanî bi deshilatirin, lewra bi sedan termê Enfalkiriyan anîne.”
Rûdaw
