Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê ye
Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Samî Erguşî ji Rûdawê re got: “Berî kêliyekê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî giha paytexta Tirkiyê Enqereyê. Wê beşdarî furuma aboriya cîhanê ku biryare sibe li Stenbolê bê lidarxistin bibe.”
Samî Ergûşê got: “Biryare îro Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê ligel serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bicive.”
Li gor agehdariyan hevdîtina navbera Nêçîrvan Barzanî û Tayîp Erdogan de saet 15.00an de bi awayekî girtî li Konuta Fermî ya Serokwezîrtiyê tê lidarxistin. Tê payîn ku têkiliyên di navbera Tirkiye û Iraqê de, mijara PKK, Suriye û Iraqê jî bên nîqaşkirin.
Bi vê serdanê, Nêçîrvan Barzanî ji meha gulanê ve cara duyemîne serdana Tirkiyê dike. Herî dawî di 16ê gulanê çûbû Enqereyê. Barzanîn bi Serokomarê Tirk Abdullah Gul û wezîrê karê Derve Ahmet Davutoglu re hatibû cem hev.
Rudaw
